Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirojeyên pîşeyî yên parêzgeha Loristanê bê çarenivîs in

11:17 - 20 Hezîran 2022

Li parêzgeha Lorsitanê  netevaw mana pirojeyên pîşeyî bûne arîşeyên micid li warê aborî û derfetên kar di parêzigehê de.

Li parêzgeha Lorsitanê karxaneya Asin ya Azna yê  ew heyama 20 salane ku  li ser avakirina vê de derbas dibe lê, heta niha jî ev piroje bidawî nebûye û xelkê wir bona derfetên kar di vê karxaneyê de çavnhêrî bidawîbûna wê pirojeyê ne.

 Hêjayê basê ye ku, parêzgeha Loristanê yek ji parêzgehên xwediyê herî zêde a welatiyên bêkare û di rêzbenda yekem a parêzigehên çavnhêrî derfetên kar diu Îranê de ye.

Her divê derheqê de Spihevend pêşnimêjê wê parêzigehê gotiye: Rastî heyfe ku di vê pirojeyê de ewqas sermaye hatiye mezaxte kirin lê heta niha bê çarenivîs e.

Heta niha soz û qewlên bepirsên dewletê û yên parêzgehê li derheq ber bi pêşve birina pirojeyên pîşeyî û afrandina derfetên kar bo xelkê vir tev vala bûne û ti pêngavek nehatiye havêtin.