Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piropagendeya rejîmê bo madeyên hişber

12:17 - 23 Nîsan 2020

Berpirsên rejîmê di deng û rengê xwe de bangewazî bo madeyên hişber dikin.

Di dema bernameyekî zîndî ya deng û rengê rejîmê de, bêjer û karnasekî rejîmê bi awayekî fermî banghêjî bo madeyên hişber dikirin.

Di wê bernamê de ku bêjerê deng û rengê rejîmê, ji karnasekî rejîmê dipirse, madeyên hişber bo berengarîkirin di hember Koronayê de bikar tê û baş e, ew karnase jî, di bersivê de dibêje li bajarê Erdebîlê bengîyên madeyên hişber li tûbûna Koronayê saxlem derçûne.

Tevî wê ku Spaha Pasdaran a terorîst bi awayekî eşkere ticaretê bi madeyên hişber re dike û rejîm jî di nav civatgehê de belav dike, ku dengê neyaran mat bike, wê carê jî rejîm bi awayekî zîndî di nav televîziyonê de piropagendeyê bo madeyên hişber dikin.