Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piroseya çareserkirina keçên Şînavê bi sedema Koronayê hatiye ragirtin

16:21 - 15 Kanûna pêşîn 2020

Binav nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşarê di meclîsa rejîmê de ragihandin: “Çareserkirina meşa dermanê keçên Şînavê bi sedema vîrûsa Koronayê û metirsiya pêketin bi wê vîrûsê hatiye ragirtin.”

“Kemal Husênpûr” di civînekê digel nûçegihaniya “Îsna”yê ya ser bi rejîmê ragihandiye: “Çareserkirina pizîşkî bo keçên Şînavê li sê beşên sehkirin, neştergerî û leyzerdermanî di nexweşxaneya Fatimeya Tehranê de tê encamdan, lê di wê heyamê de bi sedema hatina vîrûsa Koronayê çareseriyên pizîşkî bo wan keçan hatiye ragirtin.

Herçiqas navbirî îşare bi vê yekê kir ku ti kesayetiyek heqîqî û hiqûqî nabe li derheq çareseriya pizîşkî bo keçên Şînavê kêmasiyê bikin, lê eva 8 sal in ku bi ser wê bûyerê re derbas dibe û heta niha ti çareseriyek bo wan keçan nehatiye kirin û her di çarçoveya sozên karbidestên rejîmê de maye.

Di rûdawa agirgirtina dibistana keçên “Şînavê” li bajarê Pîranşarê a parêzgeha Urmiyê, di sala 1391an a Rojî, zêderti li 29 keç hatine şewtîn û ew şewat di navbera %25 %75 bû ku du kes ji wan bi sedema kûrbûna birînan canê xwe ji dest dane.