Kurdistanmedia: Gola Urmiyî ji ber, Soz û qewlên vala yên berpirsên rejîmê, yên bo wejaniyanê, ji nav diçe.
Îsa Kelanterî serokê rêkxistina Jîngehparêziyî ragehand, piroseyên wejandina Gola Urmiyî pêka bernameyan naçe pêş.
Herwisa navbirî got, piroseya wejandina Gola Urmiyî wê çend salan pê biçe, heya ku, ji hişbûna yekcarî rizgar bibe.
Dana soz û qevlên vala û bê bingeh yên, berpirsên rêjîmê yên derheq diyarîkirina Bodce û perê hewce bo wejandina wê Golê, yek ji sedemênsernekevtin û birêveneçûna pêş a vê piroseyê ye.
Heya niha her berpirsekê rejîmê, li serkomar heya berpirsên din bigre, bo çendîn caran qewl dabûn da ku Bodceyeke zêde bo wejiyana wê Golê diyarî bikin, lê, heya niha tu yek ji qewlên xwe neanîne cih, û ev soz û qewlên berpirsên rejîmê, tenê bo xapandina xelkê bajêr bûne.
Sedemên herî berçav yên hişik buna Gola Urmiyê, avakirina dehan sed û bendavane ku,li ser wan çem û rûbarên ku dirjiyan nav wê Golê de.
Pêka rêzbend û listeyên dezgehên rêjîmê yên li parêzgeha Urmiyê, 99 bendavên li ser van rûbarên derdora wê Golê, ji aliyê navendên çêkirina bendavan yên Spaha Pasdaran hatine çêkirin.
Herwisa Ji van 99 bendavan, 47 bendav ketine nava parêzgeha Tewrêzê, 51 bendav din jî ketine nava parêzgeha Urmiyê, 2 ji wan bendavan jî ketine nava parêzgeha Sine.