Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîrozbahiya Dezgeha Ragihandina PDKÎ ji Rojnamevaniya Kurdî

12:25 - 22 Nîsan 2020

Dezgeha Ragihandina PDKÎ bi hilkefta 122`emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî peyameke pîrozbahiyê rû bi Rojnamevanên derwest ên Kurd belav kir.

Peyam Ragihandina PDKÎ wiha ye:

Rojnamevaniya Kurdî di xizmeta rastî û pêşxistinê de ye

‌Rojnamevanî, ne tenê karek wekî karên dinê ye di nava civatgehê de, belkî erkekî exlaqiye jî ku zaniyariyan dide civatgehê û hişyariyê di nava civatgehê de belav dike.

Zêdebarê wê yekê jî, erkekî mezintir jî ser milê Rojnamegeriya Kurdî ye ku ev jî parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî ye ku Ziman bingeha nasnama netewî ye.

‌Di 22`ê Nîsan a sala 1898`an de, ku “Miqdad Medhet Bedirxan”, yekemîn Rojnama Kurdî ya bi navê Kurdistanê li Qahirê çap û belav kir, heya niha Rojnamevaniya Kurdî sedan astengî derbas kirine û di nava neteweyekî bindest de ku di çend gerên kurt nebe, hikûmet û deshilat çinebûye heta ku piştevanê Rojnamevaniyê be, lê serkevtina mezin di warê gihandin û rastiya li belavkirina zaniyariyên serrast û parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî de tomar kiriye

Rojnamegeriya îro rojê ya Kurdî, herçiqas di warê teknîkî ve  pêşkevtina zaf bi xwe ve dîtiye û derfet gelek zêdetirin, lê hewceye ku pêbendê 3 bingehên sereke yên Rojnamevaniya Kurdî be: Derwestî li hember heqîqet û rastiyê, parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî, parastina sînorê berjewendiya bilind a Netewî û niştîmanî.

Di salvegera Rojnamevaniya Kurdî de tewî pîrozbahî ji hemû Rojnamevanên derwest ên Kurd û Kurdistanê, em hivîdarin ku astengiyê ser rêka azadiya hizir eyan kirinê û weşanê, ku ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê û bi taybetî Komara Îslamî ve dikevine ser rêka rojnamevanan, ji nav biçin û Rojnamevaniya Kurdî di rewşekî azad de bi pêbendbûn bi rastî û derwestiya bo pêşkevtina Kurd û Kurdistanê, zêdetir pêş bikeve.

Dezgeha Ragihandina Giştî PDKÎ

22`ê Nîsan a 2020 a Zayînî

3`ê Banemer a 2720 a Kurdî