Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîrozbahiya “Mistefa Hicrî” li “Bavil Talibanî”

18:16 - 22 Şibat 2020

“Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta hilbijartina “Bavil Talibanî” wekî Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, pîrozbahî ji navbirî kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Bavil Talibanî

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê

Tevî silavekî gerim

Bi hilkefta hilbijartina rêzdarê te bi Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê ji aliyê xwe û rêberayetiya PDKÎ ve pîrozbahiyê ji te dikim û hêvîdarim ji rêya wê berpirsayetiya girîng ve ku ketiyê ser mile te alîkar û bandordar bin ji bo pêşvebirina doza Kurd û aştî û yekrêzî di Başûr û hemû parên Kurdistanê de.

Herwisa em çavnihêrin ku pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê di wê qonaxa nû de bi serkirdayetiya te di rewşeke dostane de ber bi pêş ve biçe.

Digel rêza dûbare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

30`ê Rêbendan a 1398`an a rojî

19`ê Şibat a 2020`an a zayînî