Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsa jinan di Îranê de û çend gotinek

13:56 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Hîwa Mîrzayî

Piştî qedexekirina beşdariya jinan di lîga cîhanî a topa destan(Walîball) de, di berwara 3’ê (24.06.2014) Cozerdanê û di dema lîztoka di navbera Îran û Birazîlê de, cardin jinûve pirsa beşdariya jinan di sitadyomên werzşî de derket rojevê û bû cihê bas û nîqaşên zaf di Îranê de û bû cihê nerazîbûna jin û mêrên Îranî û her di vê pêxemê de tevgera jinan di Îranê de bi çêkirina kempêunekê piştevaniya xwe bona beşdariya jinan di sitadyomên werzşî de nîşan da û, di hember de jî ev nerazîbûn û xwastekên xelkê, bûye sedema helwêstgrtina beşek berçev ji binav nûnerên jin li parlemêntoya Îranê.

Fatime Aliya Nûnerê Tehranê li parlemêntoyê, piştî nerazîbûnên jinan got: “Karê jinan zarok bûn û perwerdekirina zarok û pêragihîştin bi hevjînên wan e, ne dîtina lîztokên werşî”. Herweha Sekîne Omranî nûnerê Xumêynê jî gotiye ku: “tu hewce nine ku jin herin sitadyomên werzşî û hekî gellek alîgirê dîtina kêberkêyên werzşî ne, bila li mal û ji rêya TV yê lê binêrin”. Her di vê derbarê de Lalê Êftixarî gotiye ku : “ Hindek kes dixwazan bi wan basan arîşe û kêşeyan çê bikin”.

Neyêrê Êxwanî Bêteref a nûnerê Îsfehanê jî vê pirsê dixe stûyê dujminên Komara Îslamî û dibêje: “Rê nedana jinan bo stadyomên werzişî karek ne girîng e, lê hindek kes dixwazin vê pirsê biken amrazek bona dijatiya tevî nizamê”.

Pirsa çûyîna jinan bo nava stadyomên werzşî, her di despêka hatineserkara rejîma Komara Îslamî ve, yek ji daxwazên jinan bûye û bi yek ji mafên xwe dane zanîn û, di gengeşeyên hilbijartinan de berbijêrên hilbijartinê, bitaybetî hilbijartinên serkomariyê soza cîbicîkirina vê daxwazê û bi dehan daxwazên din ên siyasî û civakî bi jinan re didin û, piştî bidawîhatina hilbijartinan û serkevtnê, piştê ji sozên xwe dikin û di encam de eva jin e ku dibe dorandiyê despêkî ê wan gengeşeyan û mafên wan her weke berê ji aliyê karbidestên Komara Îslamî ve tên binpêkirin.
Îdolojiya siyaseta deshilatdarên Komara Îslamî ya Îranê, di cixza mêrserdestiya hişik û sedsalên navîên de birêve diçe û, eva jî bûye sedem ku jin di Îranê de ji mafên xwe ên herî despêkê bêpar bin û bêpariya han jî hem li malbat, hem li civak û hem jî di birêveberiya welat û beşdariya jinan di karûbarên siyasî û welatdariyê de, bi tundî reng vedide.

Li gorî yasaya bingehîn a Îranê, jin di Îranê de tevî tundûtujiyên herî hovane berbirû dibin û beşek zaf ji bûdceya welat bona xebat li dijî “Bê hicabî” ya jinan tê mezaxtin û, hêzên Êntzamî di cihê vê de tevî gendeliyan berbirû bin û hewla çêkirina rewşek baş û tenah bo xelkê xwe bin, liser cade û kolanan wan jinan destbiser dikin ku kinc û mîkyac û riftarên wan serdemiyane ne.

Pirsa han çûye parlemêntoya Îranê û her di vê derheqê de roja Duşemî 24.06.2014 Ebdulriza Rehmanî Fezlî wezîrê dewleta Ruhanî bo parlemêntoyê hate gazîkirin û leser diyardeya “Poşîna saport û goreyên dirêj” tevî pirsyarên nûnerên parlemêntoyê berbnirû bû. Navbirî di dema bersivdanê de îşaret bi çend amaran kir ku cihê hûrbînî û heyrîmanê ye.

Wezîrê dewletê bas ji vê yekê kir ku heya niha 22o hezar kes ji aliyê hêzên Întizamî ve hatine desteserkirin û herweha bas ji vê yekê kir ku di sê heyvên derbazbûyî de, hêzên Întizamî hoşdarî dane 18,787 kesan û herweha 8629 jin jî hatine desteserkirin û soza vê yekê ji wan hatiye sitandin ku kincên xwe biguherînin herweha 45 kes jî bo dadgehê hatine şandin û hişdarî bi 3770 hezar xwedî taksiyan hatiye dayîn û herweha bas ji vê yekê jî kir ku dewlet bona berbirûbûn tevî bê hicabiyê bûdceyek 20 milyard Tûmenî terxan kiriye.

Bilindbûna rêjeya tawan û gendeliyên madî ên karbidestên Komara Îslamî û herweha zêdebûna rêjeya telaq û têkilî bi madeyên hişber ji aliyekê û, rewşa lewaz ya aborî û tenê mana Îranê di civaka cîhanî de bi sedema siysetên şaş, ew pirsin ku gerek di parlemêntê de bikewin ber bas û niqaşê û rêya çareseriyê ji wan re bê peydakirin û hokarên pêkhatina vê rewşê nehêlin, lê weke em dibînin karê vê nawendê bûye ev ka gelo jin çi dipoşin û çawa riftarê dikin û, eva jî bûye sedema vê yekê ku roj bi roj baweriya xelkê Îranê li hember karbidestên rejîmê kêmtir bibe û, xelik bi giştî û bitaybet jin bi awayek xweser hewla bidestve anîna mafên xwe ên binpêkirî bidin.