
Kurdistanmedia: Di bajarê Jinêvê de, bo cara duhemîn di 5 salên derbasbûyî de, pirsa mafê mirov di Îranê de, hate gengeşekirinê.
Li bajarê Jinêvê, 34`emîn dewra xwe bi gengeşe kirin a mafê mirov dî cîhanê, pirsa mafê mirov di welatê Îranê, gengeşe kirin.
Di wê civînê de, Hey`etekî Dezgeha Dadwerî ya rejîma Îranê jî beşdar bû.
Di wê civînê de, pirsa tinebûna azadiya beyan, mîn li Kurdistanê, serkuta xelkê, pirsa hepsiyên siyasî û çendîn mijarên din, bas jê hate kirin.
Rejîma Îranê di wê civînê de, dijkiryarekî tund nîşan daye.
Herwisa dosaya rejîma Îranê hate gengeşe kirin, û 234 erk pêşkêşî rejîma Îranê kirin ku, dibe rejîm wan cîbicî bike, û rejîma Îranê bi dijî wan erkên spartî rawesta.
Ew civîne bi 3 katjimêran dom kir û pişikdarên wê civînê, bi tundî bersiva Îdi`ayên rejîma Îranê dan.