Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka Av ê di parêzgehaUrmiyê de jiyane xelkê dijvar kiriye

13:26 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2020

Kêmbûn an qutbûna Av a vexwarinê di parêzgeha Urmiyê de, jiyana xelkê çendîn tax û deveran dijwar kiriye.

Boriyên Av ê yên gundên “Qirnêse, KanîSipî û Xeliyan” di devera Kinarberoj a bajarê Urmiyê de, li çend cihan teqiyaye û çavkaniya wan Av an şêlû bûne, û çendîn mehe ku Ava vexwarin a wan 3 gundan paqij nine û berpirsên rejîmê jî amade nînin ku ti budceyekî bo paqijkirin û nûjenkirina wan Av an diyarî bikin û ragihandine ku dêhyariya wan gundan dibe bixwe wê bûdceyê dabîn bike.

Herwisa di bajarê Urmiyê de, Av a vexwarinê a çendîn tax û şeqamên qut bûye û di hindek cihan wekî şeqamên “Hekîm Nizamî, PûrReşîd, Saib tebrîzî, rojavaya Muderis, Razî, Êrem, Kesra, Neh Pile, Homafer, Kûhnewerd, Kuştarqah, rêya Selmasê, Welî Esir, û derdora şeqama Meclisî” de xelk rastî qutbun an kêmbûna Av ê hatine.

Rejîma Îranê di cihê çareserkirina wê pirsgirêkê, hindek tankêrên Av a vexwarinê amade kirine ku Av ê bifiroşe wî xelkî û bi wî awayî, pere ji xelkê bistînê û ji aliyeke dinê ve xelkê mijul û balkêş bi pirsgirêkên Av û berqê bike.