Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka Ava vexwarinê di bajarê Sineyê de berdewam e

12:39 - 11 Çirriya pêşîn 2020

Heyameke zêdeye ku ava vexwarinê di parêzgeha Sineyê de pîse û tam û bêhna avê, xelk perîşan kiriye.

Hemû salê di demsala payîzê de, ava vexwarinê di parêzgeha Sineyê de pîs dibe û heta astekê tam û bêhnê diguhere ku xelk neçar dibin bo dabînkirina avê li kaniyan avê bînin an bikirin.

Zêdebarê daxwaziyên xelkê bo çareseriya wê pirsgirêkê, berpirsên peywendîdar tenê kombûnan digrin û serdanên bê encam dikin û xelkê dixapînin.

Sala derbasbûyî ku wiha biryar bû ava bendava Azadî a Sine birêje nav palavtingehê, lê ew jî tenê her di çarçoveya qisan de bû û neçû warê cîbicîkirinê.

Herwisa biryar wisa bû ku ava bendava gundan biçe nav bendava “Wehdet” a Sine, ku heta bûdce jî bo dabîn kirine, lê ew kar jî heya niha encam nedane.

“Şehram Melekî” Cihgirê Havhengî ya Karûbarên Avedankirina Parêzgeha Sineyê ragehandiye, ku palavtingeha hejmara yek hewcehî bi emrazên nû heye û biryar wisa bûye ku dabînkirina dezgeha “Ozon Lêder” bikeve nobê de.

Herwisa navbirî got, “Ozon Lêdan” dibe di heya heftiyekê de  bê cîbicîbikin, çimkî xelkê êdî taqet nemaye, veguhastina ava bendavê jî bo palavtingehê nikare bilez wê pirsgirêkî çareser bike.

Di niha de ku vîrûsa Koronayê dîsan givaş xistitye ser xelkê û bo xweparastinê xelkê hewcehî bi ava paqij heye. Pîsbûna av di parêzgeha Sineyê de krîzek e ku dibe bi zûtirîn dem bê çareserkirin û di hember de berpirsên rejîmê heya niha hewleke wisa nedane bo çareserkirina wê pirsgirêkê.