Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka ava xwarinê di parêzgeha Sine de nehatiye çareserkirin

11:20 - 13 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: 180 gundên parêzgeha Sine li ava vexwarinê bê parin, û herwisa kalîteya ava xwarinê jî di parêzgeha Sine de her wekî xwe ma ye, lê sozên ku berpirsên rejîmê jî di vê derheqê de dabûn, cîbicî nekirine.

Nêzî 180 gundên parêzgeha Sine li ava xwarinê bêparin, û herwisa di bajarê Sine de jî, kalîteya avê pirsgirêkeke mezin bo welatiyên wî bajarî çê kiriye.

Heftiyek beriya niha, mijara birina serê a kalîteya ava vexwarinê di bajarê Sine de, mijareke sereke bû.

Di vê derheqê de, fermandarê Sine Îbrahîm Zari`î, heftiyek beriya niha wekî tev berpirsên din yên rejîmê, qev û soz bi şîrketa av û averoya parêzgeha Sine re dabû ku, kalîteya ava parêzgeha sine bibe serê, û dê wê arîşeyê di heftiyekê de çareser bike.

Lê hefteyek jî derbasbû, ava xwarinê her wekî xwe ye û, ti hewlek jî bo birina serê ya kalîteya avê jî nehatiye danê.

Ji aliyek din jî nêzî 180 gundên bajarê Seqiz û Bane ji ava vexwarinê bê parin.

Di dema ku Wezîrê navxwe yê rejîma Îranê Ebdulriza Rehmanî Fezlî, serdana parêzgeha Sine kiribû, soz dabû ku ji rêya boriyên avê ve, ava xwarinê bo wan gundan bikişînin.

Lê heya niha ti hewlek bo dabînkirina ava wan gundan nedane. Û xelkê parêzgeha Sine jî bi wî sedemê nerizayetiyên xwe nîşandane.

Berpirsên rejîmê û karbidestên rejîmê, her carî di dema nêzîkbûna dengdanê de, soz û qevlekî direv didine xelkê wî parêzgehê, û piropagenden dikin, lê êdî xelk jî ti bawerî bi wan nemaye.