
Kurdistanmedia: Piştî derbasbûna midehekî zaf ji nerazitiyên xelkê li ser pîsbûn û qutbûna avê di bajarên Kurdistanê de, hêj pirsgirêka avê nehatiye çareserkirinê û bûye pirsgirêkekî micid di ser xweza û jiyana xelkê.
Pêka nûçeya ki gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, ava vexwarina bajarê Sinê gelek pise û tam û bêhnekî nexweş heye û di piraniya cihan de fişara avê gelek kême.
Çavkaniyekî agehdar di vê derheqê de ragihand: Niha avero û pîsayîya 58 gundan mîna “Hisên Ava” û “Serû Qamîş” ku heşîmetekî zaf hene, dirije nav avbenda “Qişlax”ê ku çavkaniya bingehîna ava vexwarina xelkê bajarê Sinê ye.
Wê çavkaniyê bas kir ku: Ew pirsgirêke bi tenê taybet bi bajarê sinê nîne û pîsbûna gola “Zirêbar”ê jî yê bibe komek ji pirsgirêkan ku gefeke li ser xwaza û xelkê.
Yên bi nav berpirs û rêweberê av û avero a parêzgeha Sinê, kesên neşareza û bi kêrnehatine ku tinê bi rêya gendeliyên nûnerên meclisa rejîmê ve danîne ser kar û tu zanîstekî taybet di wê derheqê de tinînin.
Piştî derbasbûna 40 sal ji desthilatdariya rejîma Îranê, hêj piraniya bajar û gundên Îranê ji ava vexarina hewce bêparin û yên bi nav berpirs yên rejîmê, bi tenê karê wan bertîl vergirtine û tu giringiyekî bi pirsgirêkên xekê nadin.