
Bê avî û kêm avî di bajarê Sinê de nehatiye çareserkirin û xelk bo dabînkirina ava vexwarinê û ava paqij neçar mane ji kaniyên derdora wî bajarê ava hewce heta qasekê dabîn bikin.
Xelkê bajarê Sinê ji rewşa bê aviyê nerazî ne û gotine ku berpirsên rejîmê avbenda Qişlaqê hilveşandin ku bû sedema negihîştina ava paqij bi wî bajarî û herwisa gotine ku dibiya ava avbenda Gawşan bo bajarê Sineyê jî bihatiba lê berpirsên gendel ên wê parêzgehê xemsar in û ti girîngiyekê bi pirsgirêka bê aviya wî bajarî nadin.
Herwisa xelkê Sinê gotine ku mewdaya di navbera avbenda Gawşanê heta Kirmaşanê 70 kîlometir e lê ew mewda ji avbendê heta Sinê 40 kîlometir e û ji parêzerên dadgehê daxwaz kirine ku di dadgehan de li dijî wan berpirsên gendel şikayetê bikin.
Rejîma Îranê ava avbenda Gawşanê bi rêya boriyên avê bo bajarê Kirmaşanê vediguhaze lê beşeke zêde ya wê avê bi sedema serastnebûna boriyên avê û standardnebûna keresteyên bêkarhatî û gendeliya berpirsan li çendîn cihan ew borî teqiyane û ava wê avbendê bi heder diçe û pirsgirêka bê aviya bajarê Kirmçaşanê jî çareser nebûye.