
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê, Birîtaniya sûçdar dike ku destêwerdanê di nava Îranê de dike, û Birîtaniya jî basa vê yekê dike ku dê Îranê tehrîmên aborî bike.
Birîtaniya tevî lomekirina ji Îranê li derbarê binçav kirina Balyozê xwe li Tehranê, haydarî da rejîma Îranê û basa vê yekê dike ku hekî careke din Îran karekî wiha bike, dê dorpêçên aborî bêxe ser rejîma Îranê.
Roja 23`ê Befranbarê, “Dominîk Rab” Wezîrê derve yê Birîtaniyayê ragihand, ku rejîma Îranê kevtiye nav tengasiyeke mezin û hekî şaşîyeke din bike, emê givaşên Aborî û Siyasî bêxne ser rejîma Îranê.
Rejîma Îranê “Rab Mekayêr” ê Balyozê Birîtaniya bi sûçê beşdarî di nava xwenîşandana zanîngeha Tehranê de, bo heyamê çend demjimêran binçav kir, û birîtaniyayê sûçdar kir ku destêwerdanê di nav karûbarê navxwe yê Îranê dike.
Birîtaniya ji bi weşandina daxuyaniyekê, girtina Balyozê xwe ji aliyê rejîma Îranê ve, binpêkirina eşkere a yasaya Navnetewî hesiband.
Wezareta derve ya Birîtaniyayê jî, Balyozê rejîmê li Lendenê gazî kir û haydarî dayê.
Wezareta derve ya Îranê jî, haydarî da Birîtaniyayê, ku hekî Birîtaniya şaşiyeke din bike û bixwaze destêwerdanê di nava Îranê de bike, dê digel dijkiryara tund a Îranê hember bibe.
Wezîrê derve yê birîtaniyayê jî ragihand, di hember wan gefên desthilatdarên Îranê de, em berhevdanda xistina dorpêçan bo ser Îranê dikin û em digel kerb û kina xelkê Îranê li dijî wê rejîmê ne.