Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka dora kepsolên gazê di Îran û Kurditanê de her berdewam e

12:32 - 3 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Di piraniya bajarên Îran û Kurditanê de dora kepsolên gazê berdewam e û eve jî pirsgirêkeke mezine bo xelkê û demjimêran dibe dora kepsoleke gazê de biskînin.

Pirsgirêka dora kepsolên gazê ku di parêzehên Urmiyê, Kirmaşan û Tehranê de dengê xelkê der anîbû, vê carê dora gelek bajarên din jî hat.

Li bajarê Îsfehanê, ku xelk dibe bi demjimêran dor bigrin heya kepsolekê gazê pir bikin.

Di bajarê Takistan a girêdayê parêzgeha Qezwînê de, ku ji warê gazê ve yek ji mezintirîn çavkaniya gaza cihanê ye, dora kepsolên gazê li xelkê zêdetire.

Di bajarê Şîrazê de jî, di piraniya bajorkan de gaza bajarî tinin û xelk bo pirkirina kepsoleke gazê dibe demjimêran di dorê de bisekînin.

Bajarê Zabulê jî her bi wî awayî xelk di dora kepslên gazê de sekînandine.

Bajarê Zahidanê jî herwisa ku heyama mehekê zêdetire ku hevwelatî li hebûna gazê bêparin û car car sibêde heya êvarê di dora yek kepsolê gazê de disekînin.

Pirsgirêkên bilindbûna nirxa hewcehiyên despêkî kêm bû ku nişkêve nirxa benzînê bilind bû, tevî bilindbûna 3 hember a nirxa benzînê, vê carê jî nirxa gazê bilind bû, tevî bilindbûna nirxa gazê jî, gaz dest nakeve û her tenê gaz mabû li kulên xelkê zêde nebe û ev jî zêde bû.

Berpirsên rejîmê jî, ne fikrekê bo halê xelkê dikin ne jî wan pirsgirêkan çareser dikin, tenê dizanin, zikên terorîstan tijî bikin û di nav welatên derdorên xwe de mudaxilê bikin.