
Li bajarê Urmiyê goştê mirîşkan dest nakeve û li parêzgeha Kirmaşanê jî nirxa goşt bilind bûye.
Li bajarê Urmiyê, nirxa goştê mirîşkan heta 26 hezaran bilind bûye û bi zehmetî peyda dibe û pirsgirêka kêmbûna goştê mirîşkan li bajarê Urmiyê de zêdetir dibe; Li Parêzgeha Kirmaşanê jî pêka gotina berpirsên rejîma Îranê bi sedema qaçaxa pez, nirxa goşt bilind bûye û xelk rastî pirsgirêkan hatine.
Li bajarê Urmiyê, nirxa her kîlo goştê mirîşkan li cihê “peleveriya mirîşkan”, bi nirxa 18 hezar û 700 tumen e, mirîşkên paqijkirî bi 24 hezar û 240 tumenan û li bazaran jî her kîlo bi 25 hezar heta 26 hezar tumenî têne firotin lê bi sedema kêmbûna goştê mirîşkan û herwisa zêdebûna nirxa wê, welatî nikarin wî goştî dabîn bikin.
Li parêzgeha Kirmaşanê tevî ku nirxa goşt bilind bûye, bazara qaçax ya terşan jî heye ku bûye sedema kêmbûna goşt û herwisa bilindbûna nirxa wê lewma goştê sor li ser sifreya piraniya xelkê wê parêzgehê nayê dîtin.
Herwisa dadsitanê Kirmaşanê, “Şehram Keremî” destûr daye ku tev rêyên qaşaxkirina terşan bigrin.
Rejîma îranê ti basek ji wê rastiyê nake ku xelkê birsîmayî bi sedema neçarî û bêhêvîtiyê, qaçaxa terşan dikin an karê kolberiyê dike.