Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka kadrên dermanî li parêzgehên Kurdistanê de micid e

12:26 - 19 Çirriya paşîn 2020

Li parêzgehên Urmiyê û Îlamê, pirsgirêka micid ya kadrên dermanî û peresdaran heye û li parêzgeha Îlamê jî nebûna duxtorê bispor gefekî micid li ser canê nexweşan e.

Nexweşxaneya “Xumêynî” li bajarê Urmiyê rastî pirsgirêka micid ya kêmbûna peresdaran hatiye.

Herwisa berpirsê nexweşxaneya “Xumêynî” yê bajarê Urmiyê, ragihand: “Heta niha 533 kes ji kadrên dermanî û peresdarên wê nexweşxaneyê tûşî vîrûsa Koronayê bûne” û got: “Hewcehî bi emrazên zêdetir yên oksîjenê heye û ew nexwşxane rastî pirsgirêka kêmbûna emrazan û pirsgirêkên darayî hatiye”.

Ji aliyek din ve parêzgeha Îlamê jî tevî kêmbûna peresdatran û emrazên pizîşkî, pirsgirêka micid û hestiyar ya nebûna duxtorên bispor yên Îltihabat û bisporên Pişik di wê parêzgehê de gefekî herî micid li ser canê nexweşan e.

“Omîdelî Sebzî” ku Nûnerê Fermandarên Parêzgeha Îlamê ye û herwisa fermandarê bajarê “Êywan”ê  ye ragihand: “Hejmarek ji nexweşxaneyên wê parzgehê digel pirsgirêkan û kêmbûna emrazên oksîjen, sonografî û radiyolojiya portabl û textên razandin û beşa “ICU”yê rû bi rû bûne”.

Herwisa navbirî ragihand ku di wê parêzgehê de pirsgirêka kêmbûna duxtorên bispor yên îltihabat û pişikan heye û herwisa hejmarekî zêde ji duxtoran jî tûşî koronayê bûne”.