Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka kêmavî di Îradê de bûye krîzeke micid

17:29 - 1 Gulan 2021

Pêka govara “Nature” %76 a avên binerd yên Îranê digel mifahwergirtina zêdetir rû bi rû bûne û asta av li kanên binerd bi lezgînî dadikevin.

Pêka amarên govara “Nature” qasa kêmbûna av li kanên binerd de ji %20an heta %2600an e û li devera avrêja gola Xwê ku %26 nifûsa Îranê li xwe digre bi qasî %26an e û herwisa li devera avrêja gola “Bextigan” de %2600an e û pêka gotina govara “Nature” ew kêmbûna bi sedema bikaranîna ava zêdetir bona berhemanîna xwarinan bûye.

Herwisa govara “Nature” daye zanîn ku berçavnegirtina şêwazên baştir ên avdaniyê, sedema bingehîn ya mifahwergirtin ji wan avên binerdê ye.

Hekî heta bi salan jî avên sererd hebin, bikaranîna zêdetir a kanên binerd ên avê nayêne qerebûkirin.

Qerebûnekirina kêmbûna avên kanên binerd, paşhatên metirsîdar hene ku dikarin bibin bi gefên herî micid li ser ewlehiya civakî-aborî û jîngehî.

Herîfîn û daketina erd li çendîn cihan û şikest û daketina qatên erdê gefeke micid li ser bajaran, gundan û rêyan e ku dikare trajêdiyan biafirîne, lê rejîma Îranê bê berçavgirtina zanîstî ya mifahwergirtin ji ava kanên binerd ên avê, û bi tenê bo qazanca demkî ya rejîmê, wan avan bi lezgînî bikar tine.