Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka kêmavî li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê de micid e

12:52 - 27 Nîsan 2021

Kêmavî û nebûna ti sîstemeke serast ya dabeşkirina av bûye sedem ku tevî hebûna pirsgirêka av bo vexwarinê, bo werzêrên çendîn bajarên wekî Mako û Mihabadê jî, av bo werzêriyê nemaye.

Roja Duşemî 26ê Nîsanê, Fermandarê bajarê Makoyê “Elî Mihemedî Îrewanlû”,got: “Avbenda Mako ku yek ji girîngtirîn û stratejîktirîn avbendên wî bajarê ye, bi qasî %30an av heye ku pêka sala derbasbûyî gelik kêm e û niha 13 milyon merta 3cî av li wê avbendê de heye ku bi tenê bo vexwarina 3 bajaran e û ti avek bo werzêriyê, nayê dabînkirin”.

Herwisa navbiorî got: “Ava hewce bo werzêrên bajarê Makoyê 10 milyon metra 3cî ye ku paşketa avbenda Makoyê bi tenê bi qasî beşa ava vexwarinê av têde heye”.

Herwisa li bajarê Mihabadê jî pirsgirêka avê micid e û li wê derheqê de serokê Karûbarên Av yê bajarê Mihabadê, “Riza Cehîn” gotiye: “kêmbûna qasa ava paşketkirî li avbenda Mihabadê de 159 milyon metra 3cî ye ku kêmtirîn qasa paşketa av, li 6 salên derbasbûyî de ye û ava ku ji wê avbendê diherîke bi tenê bi qasî vexwarin û pîşeyê ye”

Herwisa “Riza Cehîn” got: “Îsal em rastî kirîza kêmaviyê hatine û bo beşa werzêrî, bi qasî 85 milyon metra 3cî, av kêm bûye.

Bi sedema kêmaviyê çendin gundên girêdayê bajarê Mihabadê hatine çolkirin û 62 gund li sîstema dabeşkirina ava îdareya Av û Averoya bajarê mihabadê de nînin ku kaniya 25 gund ji wan gundan çik bûne.