Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka nan li bajarê Urmiyê nehataiye çareserkirin

12:23 - 2 Îlon 2021

Xelkê bajarê Urmiyê ji kalîte û nirxên cuda yên nan nerazî ne û berpirsên rejîmê jî heta niha bo çareserkirina wê pirsgirêkê ti pêngaveke erênî hil negirtine.

Xelkê bajarê Urmiyê ji rewşa nan nerazî ne û berpirsên rejîmê jî ti hewlekê bo çavdêrî li ser kalîteya nan û nirxa wê nedane û nirxa nan li nanvaxaneyên wî bajarî de cuda ye û her nanvaxaneyek bo nan nirxek danîne û qewareya nan jî bîçûktir bûye.

Pêka gotina welatiyên xelkê bajarê Urmiyê xwediyên nanvaxaneyan bi hêceta zêdekirina hinek kuncî an zêdekirina hin ji tiştên din li nan, nirxa nan bilindtir dikin.

Di vê derheqê de berpirsê Wezareta “Pîşe, Kangeh û Ticaret” li parêzgeha Urmiyê “Xulamriza Babayî” gotiye: “Beşek ji nanvaxaneyan bi sedema vê yekê ku ardê hewce bo patina nan ji bazara azad dabîn dikin û nirxa wî ardî jî bilind e, nirxa kêm a nan dibe sedema zirarkirina wan, lewma nan bi nirxekî bilindtir difroşin”.

Rejîma Îranê bi sedema gendeliyan, ardê bi wec û hewce bo navaxaneyan dabîn nake û wî ardî di bazara reş de bi nirxeke zêde bi nanvaxaneyan difroşe.