Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka nebûna nan û ard li Kurdistanê berdewam e

12:07 - 1 Kanûna pêşîn 2020

Heyameke bilî nebûna nan di nanvaxaneyên Kurdistanê de ard jî bi kêmî dest dikeve.

Pêka zanyariyan nan li bajarê “Selmas”ê gelek kêm bûye û xelk bo kirîna nan dibe çendîn demjimêran di dorên nan de bisekinin.

Welatiyan bas ji wê yekê dikin,tevê vê ku nan nîne û ger hebe nirxa wê gelek bilind bûye, di wî bajaî de bilî nebûna nan nirxa mirîşk jî gelek bilind bûye.

Xelkê nerizayetiya xwe nîşan dane û dibêjin: “Her wek ku xelaya hemû tiştekî rabûye, bila xelaya karbidestên rejîmê jî li Selmasê rabe”

Li bajarê Seqizê jî bi heman awayî nan nîne û xelk dibe bo çend nanan bi demjimêran li dorên nan de bi sekinin.

Serokê Îdareya “Pîşe, Kanga û Bazirganî” li bajarê Seqizê li derheq nebûna nan di wî bajarî de piştrast kiriye û sedema nebûn nan di wî bajarî de, giranbûna genim daye zanîn.

Welatî bas dikin, pişka ard bo nanvaxaneyan kêm bûye û nanvaxane digel kêmbûna ardê rû bi rû bûne.

Karbidestên rejîma Îranê îdia dikin ku pirisgrêka kêmbûna ard li wan bajaran nîne sedema sereke destê dellalên wan bajaran têde ye.

Xelk gelek bi zehmet dikarin nan bi dest bixin û piraniya xelk amade ne bi nirxek gelek zêde nan bikirin, lê peyda nabe.