Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka qutbûna berqê li parêzgeha Bûşehrê

18:46 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2022

Qutbûna berqa beşa pîşeyî ya parêzgeha Bûşehrê ku bixwe yek ji mezintirîn berhemanîna berqê li Îranê de ye, xisarek mezin e bo beşa pîşeyî ya wê parêzgehê.

Qutbûna berqê di heyama wan çend mehan de bûye bi sedema sekinîna dehan karxaneyên pîşesaziyê û berkevtina zirarên qerebû nekirî bi wê beşê.

Herwisa gelek ji beşên pîşesazî yên ku li parêzgeha Buşehrê ne, di demjimêrên kupikê de, rastî qutbûna berqê hatine û di vê rewşa dijwar a jiyanê de xwediyên karxaneyên pîşesaziyan neçar in an jeneratoran bikar bînin an jî hêlên berhemanînên xwe bidin sekinandin.

“Ehmed Mihemedzade” parêzgarê Bûşehrê dest pêregirtina av û berqê kiriye hincet bona wê pirsgirêkê.  

Hêjayê behsê ye ku yek ji sedemên pêrenegihîştin û kêmiya kualîteya wê parêzgehê vedigere bo sînorîbûna wê û kiryarên cudahîdanîn yên berpirsên rejîmê, çimkî piraniya rûniştiyên wê parêzgehê Ereb û sunî meseb in.  

Rejîma Îslamî ya Îranê ji ber gendelî û cudahîdanînên di navbera bajarên sînorî û xeynî Fars de zirarê digihîne beşên pîşeyî û herwisa ti xizmetguzariyek wisa bona xweşderbaziya xelkên wan bajaran encam nade.