
Rêyên parêzgeha Sineyê pirsgirêkên zêde hene û nayêne çareserkirin û di vê derheqê de Parêzgarê Parêzgeha Sineyê gotiye, dibe rêyên xirab û pirr pirsgirêk yên wê parêzgehê bêne nasîn û çareserkirin.
“Behmen Muradniya” îdia kiriye ku %75 canjidestdayên qezaya hatinûçûnê di wê parêzgehê de li “Kirîdor” bûye ku dibe bêne çareserkirin.
Herwisa di berdewamiyê de îdia kiriye ku çareserkirina tev rêyên wê parêzgehê dem û xercek zêde dixwaze dibe ku ew rêyên ku rewşa wan nebaş e û piraniya qezayan li wir têne rûdan bêne nasîn û çareserkirin.
Axavtinên wî karbidestê rejîmê di halekê de ye ku piştî 41 sal desthilatdariya rejîma dagîrker, heta niha rêyên xirab û metirsêdar bû wan nehatiye dîtin.
Rêyên Rojhilatê Kurdistanê bi rêyên mirinê têne nasîn û rojane canê çendîn kesan di wan rêyanê de tê giritin û berpirsên rejîmê ji nû ve hatine basa peydakirina rêyan û dabînkirina bûdceyê bo wan rêyan dikin.