
Di dermanxaneyên bajarê Kirmaşanê de sêrom û çend core derman dest nakevin û bi sedema hewcehiya hestiyar bi sêroman û dermanên taybet bi Koronayê, niha ew pirsgirêk bûye gefeke micid.
Kêmbûna derman û bi taybet sêroman li bajarê Kirmaşanê pirsgirêka micid ya pêketiyên koronayê ye û malbatên wan bo peydakirina derman û sêroman serdana tev dermanxaneyê wî bajarî dikin ku bikarin dermanê hewce peyda bikin û berpirsan jî heta niha tî pêngavek bo çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtine.
Kêmbûna derman û sêroman li dermanxaneyan di halekê de ye di bazara reş de tevahiya dermanên hewce hene lê nirxa wan çendîn beranber bilindtir e û dermanê hewce bi destê tacirên bazara reş têne firotin û rejîma Îranê ti çavedêriyekê li ser nake.
Cihgirê Xwarin û Derman yê zanîngeha zanistên pizîşkî yê parêzgheha Kirmaşanê “Qubad Mihemedî” tevî îşarekirin bi bikarhatina zêdetir ya dermanên wekî sêrom û dermanên şilkirina xwînê û “Favipiravir” ku bo çareserkirina “Kiwarka Reş” mifahê jê verdigrin gotiye: “Bikarhatina zêdetir a wan dermana di parêzgehê de pirsgirêk afirandiye û di hin cihan de ew derman dest nakevin”.
Bi sedema hejariyê, piraniya xelkê nikarin dermanên hewce li bazara reş de bikirin ku nirxa wan gelek bilindtir in.