Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka tankerên ragirtî li ser sînor hêj nehatiye çareserkirin

16:57 - 28 Adar 2021

Heyamak e ku rejîma Îranê hejmareke zêde ji tankerên hilgirê benzênê li ser sînor ragirtiye û îzna çûn bo Herêma Kurdistanê bo wan nade; Ew bûye sedem ku zerareke zêde bi wan bikeve û herwisa bibe gef li ser xwediyên tankeran.

Pêka wan zaniyariyên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”yê, tankerên hilgirê benzînê ku zêdetir ji 2 hezar û 800 maşîn in, ew du meh in ku li sînorê “Hacî Umeran”ê ragirtine û berpirsên rejîma Îranê îzna çûn bo Herêma Kurdistanê bo wan nadin.

Ew tanker ku li bajarê “Bender Ebas”ê bar hildigrin û bi rêya sînorê “Hacî Umeran”ê ve derbasî Herêma Kurdistanê dibin û bo bajarê “Hewlêr”ê diçin.

Berpirsên pêwendîdar bi ajotvanên tankeran re ragihandine ku, dibe bo aliyê xala sînorî ya “Başmax”ê ve herin û ji wir ve, bo bajarê Silêmaniyê herin.

Ajotvanên wan tankeran di berteka wê biryarê de nerizayetiya xwe nîşan dane û daxwaza mafê wan 2 mehên ku rê ji wan hatiye girtinê, dikin.

 Eva di halekê de ye ku berpirsên rejîma Îranê ragihandibûn, pirsgirêk bi dawî bûye û ti maşînek li ser sînor nemaye.