Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka tûşbûna zarokan bi madeyên hişber di parêzgeha Luristanê de berdewam e

12:16 - 6 Îlon 2020

Di parêzgeha Luristanê de, tûşbûna zarokan bi madeyên hişber berdewam e û rejîma Îranê ti pêngavek bona çareserkirina wê pirsgirêka civakî hilnegirtiye.

Roja Şemî, 5ê Îlonê, Hevkarê Civakî yê parêzgeha Luristanê bi navê “Hisên Mîr”, daye xuya ku pirsgirêka hejarî bandorekî zêde li ser tûşbûna kesan bi madên hişber heye”.

Herwisa derheq tûşbûna zarokan bi madeyên hişber re daye xuya ku hebûna zarokan di malbatekê de ku dayîk an bavê wan tûşê madeyên hişber bûne û hin caran bona kirîn an firotina madeyên hişber, zarokên xw bikar tînin, dibe sedema tûşbûna zarokan bi madeyên hişber.

Pêka amaranê ku ji aliyê navendên rejîmê ve hatine belavkirin, nêzî %71 zarokên kar yên parêzgeha Luristanê tûşê madeyên hişber bûne.

Parêzgeha Luristanê ku hejmarkî zaf ji zarokên kar li xwe ve digire, bi wî awayî ew zarok tûşbê madeyên hişber dibin.

Karnasên civakî bas dikin ku bêdadperweriya aborî û civakî jî dibine sedema zêdebûna hejmara zarokên kar û li ser şeqaman rastî gelek dîyardeyên cuda dibin ku yek ji wan tûşbûn bi madeyê hişber e, û sebebkarê wan hemû karesatan jî, rejîma Îranê ye ku bi zanebûn pêşiya wê karesata mirovî nagire.