Kirîza kêmbûna vaksena Koronayê di Rojhelatê Kurdistan û Îranê de dijwartir bûye û amara canjidestdan jî roj bi roj zêdetir dibe û xelk bo vaksînekirinê neçar mane ku di sefan de bisekinin.
Heyameka zêdeye ku rewşa koronayê dijwartir dibe û nebûna vaksenên koronayê û zêdebûna rojane ya rêjeya canjidestdanê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bûye kirîz û ew gef li ser canê welatiyan roj bi roj mezintir û metirsîdartir dibe û rejîm bi tenê sozên çewit dide û ti pêngaveke bingehîn bo çareserkirina wê kirîzê hilnagirin.
Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de xelk neçar mane bo vaksînekirinê di sefên vaksena koronayê de bisekinin û ew di halekê de ye ku rohn nîne bi çi core vaksenekê xelkê vaksîne dikin û wan vaksenan ti core paşhatek hene, hêj rohn nîne.
Hebûna wan sefên dirêj ên vaksînekirinê di halekê deye ku 6 rojan berî niha Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” gotibû: “Sefên vaksînekirê êdî nemane û rewş gelek baş bûye”.
Rêberê Rejîma Îranê “Elî Xamineyî bi biryara çewt û dije mirovî ya qedexekirina kirîn a vaksenên bi wec, bû sedema afirandina wê trajêdiya mirovî û ew berpirsê serekî yê hemû xisarên canî, malî û rewşa trajîka jiyana xelkê û afirandina wan kirîzane ye.