Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêkên devera Meimûlan li parêzgeha Lursistanê nehatine çareserkirin.

11:56 - 18 Çirriya paşîn 2021

Piştî derbasbûna zêdetir ji 2 salan ji lehiya kawilker li parêzgeha Luristanê, hêj avahiên herifî û xaniyên kawilbûyî yên xelkê nehatine nûjenkirin û rejîma Îranê ti bernameye bo pêşîgirtin ji lehiyên kawilker li wê deverê de tinîne.

Di sala 1398an de lehiyeke kawilker li parêzgeha Luristanê rabû û xisarên gelek zêde bi xelkê wan deveran kevtin û bajarê Meimûlanê kawil bû, piştî derbasbûna zêdetir ji 2 sal û 6 mehan, hêj malên xelkê bi tevawî nehatine nûjenkirin û metirsiya lehiyan li ser wî bajarê heye û rejîmê bo rêgirî ji kawilkariyên lehiyê di wî bajarê de ti pêngavek hilnegirtiye.

Pêka gotina xelkê nûjenkirina avahî û xaniyên xelkê bi nivekarî mane û rêya hatina lehiyan bi vekirî maye û heta goristana wî bajarî ku rastî xisaran bibû hêj diwarên wê diherifin û rejîmê ti bernameyek bo rêgirî ji xisarên zêdetir tinîne.

Herwisa hêj pirsgirêka ava wî bajarî nehatiye çareserkirin û xaniyên ku nêzî rêya rabûna lehiyan in nehatine veguhastin û bi xwediyên wan xaniyan ti erdek nehatiye dane ku vahiyeke nû li ser ava bikin.

Projeyên bi nîvekar mayî, guhnedana berpirsan, nebûna bûdce, nûjen nekirina xaniyan, gendelî û çewtekariyên berpirsan beşek ji pirsgirêkên xelkê devera Meimûlanê ne.