Encumena Zanistî ya Çareserkirina Pirsgirêkên Psîkolojîkî ya Îranê, huşdarî daye ku pirsgirêkên psîkolojîk û hundirî di Îranê de gelek zêde bûne.
Encumena Zanistî ya Çareserkirina Pirsgirêkên Psîkolojîkî ya Îranê bi rêya nameyekê bo Wezîrê Tendirustî yê rejîmê “Behram Êynullahî”, tevî huşdarîdan li derheq zêdebûna pirsgirêkên psîkolojîkî, daxwaz kiriye ku biryarên hewce bêne dan û pêngavên çareserkirina wê pirsgirêkê bêne hilgirtin.
Herwisa wê encumenê daye zanîn ku “şikesta aborî, zêdebûna bêkarî, daketina lezgîn a dahata malbatan û bê îdaletiya aborî” ji sedemên zêdebûna pirsêgirêkên psîkolojîkî di Îranê de tênê hisêb”.
Bêhêvitiya xelkê rojhilatê Kurdistan û Îranê ji baştirbûna rewşa jiyanê û serkutkirina xelkê ji aliyê rejîmê û guhnedana berpirsan bi pirsgirêkên wan û nebûna ewlehiya karî, canî û jiyanê ji aliyek û zêdebûna aloziyên civakî, siyasî, aborî û tundûtijî li civak û malbatan de bûne sedema zêdetirbûna pirsgirêkên psîkolojîk.
Amara xwekujiyan û zêdebûna tawanan û rêjeya tûşbûn bi nexweşiyên psîkolojîk wê rastiyê tîne dide nîşandan ku rewşa psîkolojîka xelkê roj bi roj diwartir û metirsîdart dibe ku karlêkeriyeke bingehîn li ser hemû aliyên jiyana xelkê û paşeroja wan heye.