Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirka zewî û meytêkirina hêzên rejîm li Kurdistanê, zêdeyî 40 kes bûne qurbanî

16:43 - 31 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Di du bûyer û pevçûnê de bi awayeke cuda cuda li ser zewî û zar, hemwelatiyek hat kuştin û pitir ji 40 kes jî hatin birîndar kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, rejîma Îslamî a Îranê ji rêyên curbicur hewla têkderî di navbera hevwelatiyan û çêkirina alozî di navbera wan de, dide û li her cihekê wê Kurdistanê eger arîşeyeke biçûk hebe, bi curekê wê arîşê mezin dike ku kuştin û birîndar bûna hemwelatiyan lê saz bibe.

Welatiyên du gundên devera Beyîngelan a ser bi bajarê Pawe, li ser xwedîbûna beşek ji lewargehên navbera her du gundan şer çêbiye û di encam de kesek bi navê “Êrfan Bayînganî” kurê Silêman hat kuştin û zêdeyî 40 kes jî bi tundî hatin birîndar kirin.

Çavkaniyeke hayîdar bi peyamnêrê malpera Kurdistanmedia ragihand: Hemwelatiyên wan du gundane xwastine bi awayeke aştiyane û li rêya danûstandinê wê kêşê çareser bikin, lê seba desttêwerdana hêzên rejîma Îslamîa Îranê şer û pevçûn hate gorê.

Nûçegihaniya hikûmetî a Fars bi awayekî nerast romala bûyerê kiriye û nivîsandiye: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê ew pevçêne aram kiriye.

Meytêkirina hêzên rejîm û ajawegeriya wan cihê rizamendiya hemwelatiyên wan du gundane nebûye û aliyê dergîr, êrşî kirina ser hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê û îzna desttêwerdana wan hêzane nedane.

Ew pevçûne navbera du taîfên “Bêwenî û Baînanî” li devera “Heregal”a Beyîganê qewimiye.

Piştre jî hemwelatiyeke din bi navê “Arman” seba pirsgirkên zewî û zar û çêbûna şer li Dîwanderê birîndar bibû.

Bûyer bi wî awayê bûye, kesekî heperest (Furset teleb)ku ji rêyên curbicur sened bo beşek ji erdên gundê Kesnezan a ser bi bexşa Kerefitû li bajarê Dîwanderê çêkiriye, tevî xwediyên zewiyan bi şer hatiye û bi bêlçê (Pêmere) êrîş kiriye ser yek ji wan xwediyên zewiyane û bi tundî hatiye birîndar kirin.

Hevwelatiyekî gundê Kesnezanê îlan kir: Serbarê ewê ku me sened bo wan erdane li îdareya xezaya cotkarî derxistiye, lê bi wî halî jî ew îdareye ew zewiyane bi navê kirine kesek din û di encam de şer û pevçûn hate gorê.