Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Bîrewerî”ya nivîskarê navdar ê Kurd Mûsa Enter bi soranî hate wergêrandin

13:18 - 26 Gulan 2021

Pirtûka “Bîrewerî”ya Mûsa Enter ji zimanê Tirkî ve bi zaraveya Soranî hate wergêrankirin; Herwisa hate çap û belavkirin.

Wergêr û Rojnamevan “Mihemed Izedîn” ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye, karê wergêrana wê pirtûka “Mûsa Enter” kiriye.

Pirtûk ji 620 rûpelan pêk tê û bi zimanê Tirkî çar caran hatiye çapkirin. Pêşekiya pirtûkê di wergêrana Kurdî de jî ji aliyê Îslamîl Beşîkçî û Sînem Celadet Bedirxan ve hatiye nivîsîn.

Di vê derheqê de, Mihemed Izedîn wergêra pirtûkê nivîsiye: Ev pirtûka ku li ber destê we ye, komek bîranînên Mûsa Enter, digel çendîn kesayetiyên wekî “Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Şêx Se`îd Kurdî, Îsmaeîl Bêşikçî, Kamran Bedirxan, Cegerxwîn, Yaşar Kemal, Ezîz Nesîn, dayka Ebdula Ocelan, Madam Mîtran, Yilmaz Guney û Nûrî Se`îd paşa” li xwe girtine .

Mûsa Enter ji destpêka ciwaniya xwe ve tevlî karê siyasî, rewşenbîr bû. Mûsa Enter roja 20`ê Îlona 1992`an di 72 saliyê de li bajarê Amedê ji aliyê hin çekdarên nenaskirî ve hat kuştin.