Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Dîrokeke Veşartî” hate weşandin

11:28 - 22 Gulan 2020

Pirtûka «Dîrokeke Veşartî» ku basê pişkek ji dîroka “Bakurê Rojhelatê Kurdistan”ê dike hate weşandin.

Ew pirtûk ji aliyê “Elî Munezemî”, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve hatiye nivîsandin.

Elî Munezemî, ew pirtûke pêşkêşî “hemû têkoşer û welatparêzên têniyê azadî û serbestiya Kurdistanê bi giştî, û bi xasmanî xelkê xebatkar ê bakurê Rojhelatê Kurdistan”ê kiriye.

Ew pirtûk ku li bajarê Hewlêrê hatiye weşandin, ji aliyê nivîskar ve wek xelat pêşkêşî “Rasana Rojhelat”ê hatiye kirin, bona ku dahata firotina wê, bo xizmet bi şoreşê were bikaranîn.