Pirtûka “Mutrib û Çengên Kurdan” ku ji aliyê “Ebdulkerîm Sirûş” ve li ser folkilora Kurdî hatibû nivîsîn ji weşanxaneya “Madiyar” hate weşandin.
Yek ji beşên girîng a folkolora Kurdî, wêjeya devkî ye û yek ji hêmanên pir şax û berg a wêjeya devkî jî sitran û awaz in.
Di wê pirtûkê de nivîser bas ji sitran û awazên Kurdî ji hêla wêjeyî, dîrokî, derûnnasî, gelnasî û mûsîqayî ve bi rêbazeke zanistî hilkulandiye û şirovekiriye.
Netewa Kurd jî di derheq folkilorê de xwediyê berhemên dewlemend e.