Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Qasimlo û xebata Kurdên Rojhilat ji dîtingeha medyayên Norwêj”î ve hate belavkirin

12:43 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Pirtûka “Qasimlo û xebata Kurdên Rojhilat ji dîtingeha medyayên Norwêjî ve”, ji wergeran û amadekirina “Elî Munezemî” endamê Hizba Demokrat li welatê Norwêjê, bi boneya 29.mîn salroja şehîdbûna “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, hate belavkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistamedia”yê, pirtûka “Dr. “Qasimlo û xebata Kurdên Rojhilat ji dîtingeha medyayên Norwêjî ve”, ku wergerandin û amadekirina wê, “Elî Munezemî” endamê PDKÎ li welatê Norwêjê encam daye, bi awayê “PDF” belav bûye.

Ev pirtûka li sê beşan pêk tê, ku wiha ne:

1. Pêşekî

 2. Nirxa azadiya gelê Kurd û hewl û têkoşîna Dr. Qasimlo li dijî rejîma kevneperest ya Xomêynî di rûpelên rojnameyên  welatê Norwêjê de

 3. Xebata me weke xebateke rewa (Xebata rewa ji dîtingeha şehîd Dr. Qasimlo ve).

Karê girafîk û dîzayna vê pirtûkê jî, ji aliyê rêzdar “Hozan” ve hatiye encamdan.

“Elî Munezemî” ev pirtûka pêkêş bi riha pak ya hemû şehîdên  qonaxa nû  ya xebata me,  û şehîdên “Rasan” a Rojhilat dike.
Dezgeha Ragehandina Giştî ya PDKÎ her bi vê boneyê jî, spas û destxweşiyê ji rêzdar “Elî Munezemî” amadekarê vê pirtûkê, û rêzdar “Hozan” dîzaynêrê vê pirtûkê dike, ku wezîfeya karkirina li ser vê pirtûkê girtibûne stûyê xwe.

Xwînerên birêz ên “Kurdistanmedia”yê dikarin ku bo dagirtina vê pirtûkê li ser vê kirteyê kilîkê bikin.