Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Semfoniya Nîştiman” a berhema “Muhsin Celdiyanî” hate weşandin

12:39 - 27 Şibat 2022

Pirtûka “Semfoniya Nîştiman” a berhema “Muhsên Celdiyanî” xelkê bajarê “Şino”yê ser bi parêzgeha “Urmiyê” hate weşandin.

“Muhsên Celdiyanî” di pirtûka xwe de bas ji vebîranîna serkevtina girûpek a sirûdê li bajarê “Şino”yê dike û wekî romanekê bas kiriye ku dixwastin muzîka Kurdî bi kincên kurdî di asta Îranê de bidine nîşandan.  

Herwisa di wê pirtûkê de bas ji du kesayetiyan him di zarokatiyê û him li temenê mezinbûna wan de hatiye kirin ku berçav bûne ku afirankarî di wê girûpê de kirine ku karîne li asta Îranê, pileya yekem bi dest bixin.

Herwisa di vê pirtûkê de bas ji wan astengiyên hatiye kirin, ku ji aliyê deselata navendî ve li ser rêya hogirên muzîkê hatine danîn û rê nadin ku xwe perwerde bikin.

“Muhsên Celdiyanî” heyama çendîn salan mamosteyê xwandingehê bûye û navbirî xwediyê çendîn pirtûkan di warê dîrok û çîrokan de ye.