Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûkek nû li ser Komara Kurdistanê hate weşandin

12:36 - 10 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Pirtûka Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946`an, ji alîyê Kakşar Oremar ve hatîye amadekirin û ji Weşanên Sîtavê derket.

Sala 1946`an salek girîng e di nav dîroka kurdan de, çimkî li bajarê Mahabadê Komara Kurdistanê hat avakirin. Heta niha li ser vê Komara Kurdistanê hin pirtûk hatibûn nivîsandin.

Her yekê tiştin nû dîyarî rûpelên kurdî kiribûn û niha yeka din li wan zêde bû ku ev jî, “Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946`an e” ev pirtûk ji alîyê Kakşar Oremar ve hatîye amadekirin û ji weşanên Sîtavê derket.

Nivîskar Kakşar Oramar heta niha li ser Komara Kurdistanê, gelek lêkolîn, nivîsîn, hevpeyvîn kirine û niha ew di vê pirtûkê de cih girtine.

Pirtûka ku bi nave “Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946`an” hatîye weşandin, û ji hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêne, arşîv, dîtin û nirxandinan pêk tê.