
Êrîş li dijê nirxên gelê Kurd di Bakûra Kurdistanê de
Roja 31 ê Gulana 2020 an li ser biryara Qeyûmê bajarê Sêrtê li Bakûra Kurdistanê, Pirtûkxaneya Celaded Elî Bedirxan hate herifandin.
Li ser esasê vê biryara dewleta Tirkiyê, bi Lodêr û alavê n giran êrîşî ser pirtûkxana Kurdan hate kirin û bi tewawî serhevde herifandin.
Herifandin û bi dijî derkevtina nirxên dîrokî, çandî û vêjeyî ye gelê Kurd cehdeke bona asmîlekirina zêdetire Kurdan. Lewma armanca ew e ku hemû nirx û hêjahiyên Kurdan têk bibin nehêlin.
Dema ku Qeyûmê Dewleta Tirk li Sêrtê Pirtûkxaneya bi navê Celadet Elî Bedirxand bi boldizêrê xira kir, vê kiryarê Netewa Kurd, hogirên çand , dîrok û vêje ya kurdî û miştaqên xwandina Pirtûkan, gelek dilgiran kirin.
Ev êrîşa û xirabkirina Pirtûkxana Kurdî di Kurdistanê, bû cihê bertek û nerizayetiya evîndarên Pirtûk û pirtûkxana kurdî, û ji aliyê zaf kes û aliyan ve hate şermezarkirin.
Gelê Kurd bi hezar salan e li himber êrîşên dijminane berxwe dide û li ser pîyan e. Lê heya niha çi xêrek ji dijminayetî û înkar û asmîlasiyona bi dijî Kurd û Kurdistanê, nedîtine , ewa ku bo wan mabe tenê şerm û bê rûmetî ye.