Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîsbûna ava vexwarinê li bajarê “Selasa bawecanî” bûye pirsgirêkek micid

12:15 - 12 Adar 2022

Çendîn sal e ku ava vexwarinê li bajarê “Selasa bawecanî” pîs e û ew yek gefek micid bo ser tendûristiya xelkê û bi taybet li ser zarokan e.

Kêmbûn û pîsbûna ava vexwarinê li bajarê “Selasa bawecanî” a girêdayî bi parêzgeha “Kirmaşan”ê çendîn sal eku bûye gefek micid bo ser jiyana xelkê wî bajarî û welatî bo dabînkirina ava paqij û tendûrist di wî bajarî de rastî kirîzan hatine.

Welatiyekî xelkê wî bajarî di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniyek ser bi rejîmê gotiye: “Eva heyama 2 salan e ku ava malan pîs û şêlû ye û heta hindek caran xîz û hûrên keviran jî di nava ava vexwarinê de hene û heta niha bi sedema pîsbûna avê nêzî %90 ji zarokên wî bajarî rastî nexweşiyan hatine.

Herwisa wî welatiyî bas ji kêmbûna avê û qutbûna 6 heta 10 demjimêran kiriye.

Xelkê wî bajarî çendîn caran nerizayetiya xwe di vê derheqê de nîşan dane lê perpirsên rejîmê tenê sozên çewt dane û ti pêngavek bo çareserkirina vê kirîzê hilnegirtine.

Bajarê “Selasa bawecanî” bi heşîmeta 36 hezar kesan, wekî piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatiye piştguhavêtin û ji xizmetguzariyên hewce bêpar e.