
Di halekê de ku parêzgeha Îlamê xwediyê %11 a kanên neft û gaza Îranê ye lê pîşeya neft û gaz di wê parêzgehê de ti qazancek wekî dahat û derfeta kar bo xelkê wê parêzgehê tinebûye.
Di parêzgeha Îlamê de %90 a berhemên neft û gaza Rojavayê Îranê tê berhemanîn lê pîşeya neft û gaz di parêzhehê de ti qazanceke bo xelkê wê parêzgehê tinebûye û bi bi sedema cudatîdanîn, neşiyan, xemsarî û bikêrnehatina berpirsên wê wê parêzgehê, bi tenê pîsbûna heva û levitîna jingehê bo xelkê Îlamê maye.
Birêveberiya pîşeya gaz û neftê di wê parêzgehê de ji aliyê kesen derveyî wê parêzgehê tê kirin di halekê de zêdetir ji %40 ciwanên wê parêzgehê neçarin di parêzgehên dinê de mijûlê kar bibin.
Berpirsên rejîma Îranê heta niha her sozek li derheq birêvebirina xwecihî û beşdarkirina xelkê wê parêzgehê li dahat, birêvebirin û derfeta kar bo xelkê wê parêzgehê dane bi tevahî bi çewt derketine û neft û gaza wê parêzgehê talan kirine û beşa xelkê wê parzêgehê ji destpêka desthilata rejîma Îslamiya Îranê ve heta niha pisbûna hewa û levîtina jîngeha wan bûye.