Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîsiya Hewa bû sebebê dayxistina Qutabxane û zankoyan li Îranê de

10:55 - 16 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema pîsiya hewa, piraniya zanko û Qutabxanan li Îranêde te`etîl bûn.

Li pareke zafe Parêzgeh û bajarên Îranêde de, asta pîsiya Hew hinde zêdeye ku Qutabxane û Zanko neçar bûn te`etîliyê rabigehînin.

Bi biryara kumîta rewşa avirte li Tehranê, bi hegera pîsiya Hewa, Zanko û Qutabxanên  hemi qonaxên xwandinê  di wê Parêzgehê de hatne dayêxistin.

Herwisa hemi kêberkêyên Werzişî û heta kêberkêya “Lîg” jî hatine hilweşandin.

Daxwaz ji kesên Pîr û kal, zarokan, û kesên nesax hatiye kirin ku ji malên xwe dernekevin.

Li piraniya Parêzgehên Îranê de rewşa Hewa xirabe û asta hebûna gaz Dîoksîda kerbon gelek zêde bûye, ji wan parêzgehên weke Tehran, Tewrêz, Bûşêhr, Xûzistanê de, bi tewawî te`etîlî hatiye ragihandin, û li Parêzgehên dinêye Îranê de jî, li zaf Bajaran de, qutabxane te`etîlin.