
Cihgirê Berê yê Meclîsa rejîma Îranê, “Elî Mutehherî” gotiye: “Pişka Îranê bona kirîna vaksena Koronayê li Rêkxirava Tendirustî ya Cihanê hatiye hilweşandin”.
Wî karbidestê rejîma Îranê bas kiriye ku: “Bi sedema vê yekê ku Îranê 50 milyon Dolarê hewce ye bona kirîna vaksena Koronayê bo 8 milyon kesan li Îranê ku ew jî dabîn nekiriye û herwisa bi sedema navê Îranê di nav lîstê reş yê “FATF”ê de, pişka vaksena Koronaya Îranê hatiye hilweşandin.
Karbidestên rejîma Îranê derheq kirîna vaksena Koronayê gotinên cuda ji hev dikin û her carê axavtinek cuda dikin, ji aliyeke din ve îdia dikin ku bi xwe vaksena Koronayê berhem anîne.
Saziya “FATF” ku girûpa taybet ya karûbarên malî ye, li sala 1989an de li civîna “G7” li bajarê “Parîs”ê bona rawstan di hember spîkirina per de hate avakirin û li sala 2015an de welatên “Îran û Koreya Bakur” wekî metirsîdartirîn welat bona spîkirina pere di wê Saziyê de hatine binavkirin.
Rejîma Îranê bona piştevaniya malî li girûpên terorîstî û welatên hevpeyman, li meclîsa rejîma Îranê de endambûn di wê Saziyê de red kirine ku bû sedem rejîma Îranê di lîstê reş yê girûpa karûbarê malî de navê wê bê tomarkirin.
Hekî rejîma Îranê berdewam be ji redkirina endambûn li “FATF”ê û hevkarî digel wê rêkxiravê, li civaka navnetewî û sîstema aborî, lawaztir dibe û bank û damezraveyên navnetewî digel rejîma Îranê hevkariyê nakin.