Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pişkdariya şandek ji PDKÎ di Kongireya 11’an a Fîdayên Xeliq ên Îranê de

13:35 - 2 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Li Kongireya 11’an a saziya Îtihada Fîdayên Xeliq yên Îranê de, sîstema Fediralî bo Îranê û mafê neteweyî yên gelên Îranê ji aliyê şanda nûneratiya PDKÎ we hat bas kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, şandek ji PDKÎ bi serperestiya Şaho Husênî, nûnerê PDKÎ li derweyî welêt, bervara 25, 26 û 27’ê Tîrmeha 2014’an, li ser gazîkirina fermî a saziya yeketiya Fîdayên Xelqê Îranê di yazdehemîn kongireya vê saziyê de pişikdar bûn.

Di wê Kongirê de, ku li welatê Alman birêve çû, peyama polîtbîroya PDKÎ ku bo kongireya han hatibû şandin, ji aliyê Cehangîr Hatemî, endamê Komîteya PDKÎ li welatê Alman hate xwandin.

Herwisan di wê Kongireya han de, Şaho Husênî, nûnerê PDKÎ li derveyî welêt, him gotin hatin pêşkeş kirin û di warê nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û danîna mikanîzmek hêja bo pêkanîna bireyekî demokratîk û fediralxwaz, pêkhatî ji wan part û aliyên ku bawerî bi mafê neteweyî yên gelên Îranê hene, axivî.

Endamên Kongirê di heyamê 3ê roj karê Kongirê de, li ser raporta Komîteya nawendî a Fîdayiên Xeliqê Îranê bo kongirê û yek ji wan pirsa netewayetî li paşeroja Îranê de bi hûrî axivîn û li ser pêşniyazên PDKÎ di warê sîstema hikûmeta piştî hiloşîna rejîma Îslamî û harîkariya navbera ew aliyên nav opozisyona demokratîk a Îranî ku bawerî bi herifîna Komara Îslamî a Îranê, mafê neteweyî û cudahiya ol û siyasetê hene, bi piraniya dengan biryar li ser hat dayîn.

Piştî 3ê roj karê Kongirê, endamên komîteya navendî hatin hilbijartin û ji aliyê kongirê we hatin erkdar kirin ku li ser biryarên kongirê û yek ji wan cî bi cî kirin û pêkanîna enya opozisyona demokratîk a Îranî, tekoşînên micid bikin.