Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanî li Rasan û Partiya Demokrat berdewame

12:31 - 2 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bane, çalakiyên tebilîxî bo piştevanîkirin li hizb û Rasanê lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 11`ê Banemerê, qehremanên Demokrat li çiyayê Arbaba li bajarê Bane, piştevaniya xwe  bo PDKÎ û Rasanê bi lidarxistina çalakiyên tebilîxî nîşan dan.

Her di vê çalakiyê de, cemedanî li stû yên Demokrat, bi hildana alaya pîroz a Kurdistan û danîna cemedanî û gula Helale û nivîsîna dirûşmên wekî: “Bijî Rasan, bijî HDKÎ, Bane bi dema Rasanê û Rasan Berdewame, xebata PDKÎ û Rasanê bilindragirtin.

Her di vê pêwendiyê de, Gevr lixwe kerên(xakî poş) çeperên Bajar li gundê Tengîsera Demokrat perwer bi nivîsîna peyamekê, hevxemiya xwe bo koça dawiyê yê fermander “Hesen Serspî” nîşandan û sersaxî gotine malbata Demokratê.

Endam û alîgirên PDKÎ, bi encamdana çalakiyên berfireh û berdewam li bajarên Kurdistanê, piştevaniya xwe li tevgera rizgarîxwazî ya Kurd û bêzarbûna rejîmê nîşan dan.