Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanî li Rasanê berdewam e

12:46 - 10 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ, li bajarê Şinoyê, bo piştevanîkirin li Rasanê, çalakiyên berfireh ên piropagendeyî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 11`ê Cozerdana 1398`an, endam û alîgêrên PDKÎ, li gundê “Gundewêle” ya girêdayî bajarê Şinoyê, bi merema piştevanîkirin li xebata nû ya partiya Demokrat, naskirî bi Rasan, bi nivîsîna siluganên taybet li ser dîvaran, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Xebatkarên Demokrat, bi nivîsîna siluganên wekî: “Bijî Rasan û Rasan heya serketinê berdewame, peyama hevderdî û piştevaniya xwe li PDKÎ û Rasan û xebata pêşmerge ji Kurdistanê re nîşan dan.