Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji xwenîşanderên El-Ehwazê berdewam e

18:12 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2021

Endam û alîgirên PDKÎ di bajarên Pîranşar û Bokanê de bi belavkirina trakt û posterên taybet, piştevaniya xwe ji xwenîşandanên nerizayetiyê ku li El-Ehwazê bi rê ve diçin û çendîn bajarên din jî li xwe girtiye, dane xuya.

Endamên PDKÎ li bajarê Pîranşarê, di bajaroka “Peswê” de li cihên wekî: “Mizgevta Cami`e, dibistana şewanerojî, dibistana Kuran a Tewhîd, dibistana kuran a Mutehherî, çarrêya Aşê Dijban, talara Roj, nexweşxaneya şeqama Tewhîd, şeqama Şora, şeqama Elî Heyranî, Serqebran, vizegeha Berq, Mizgevta Kanî Zincîrçî, şeqama Elî Pîran û derdora wê şeqamê” bo piştevanêkirin ji xelkê El-Ehwazê, trakt û posterên taybet belav kirin.

Herwisa endamên PDKÎ li taxa “Mîrawê”ya bajarê Bokanê bi nivîsandina siloganên “ Rasan di Kurdistanê de hevxebatê gelê Xûzistanê ye” piştevaniya xwe ji xelkê El-Ehwazê dane xuya.

Xwenîşandanên El-Ehwazê bi sedema bêaviyê dest pêkir û di 10emîn roja xwe de di çendîn bajarên dinê de jî xwenîşandan dest pêkirine û heta niha çendîn xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û bi 10an kes jî birîndar bûne.