Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştewanî Ji Heyder Qurbanî û Mihyedîn Îbrahîmî hate kirin

14:03 - 27 Tebax 2020

Endamên PDKÎ di kempa “Îkas”a welatê “Danmark”ê de, bi lidarxistina çalakiyekî, piştewanî ji “Heyder Qurbanî û Mihyedîn Îbrahîmî” kirin.

Roja Sêşemî, 25ê Tebaxê, hejmarek ji andamên PDKÎ di çalakiyekê de, peymana xwe digel rê û rêbaza şehîdên jîngehê dubare kirin.

Herwisa endamên PDKÎ, ji 2 hepsiyên siyasiye Kurd yên ku cezaya sêdarê bi ser wan de hatiye sepandin, “Heyder Qurbanî û Mihyedîn Îbrahîmî”, ku di reşçalên rejîma Îslamiya Îranê dene, piştewaniya xwe dane xuyakirin û daxwaz ji saziyên  Naw-Netewî  yên mafê mirov kirine ku rêgirî ji îdamkirina wan 2 hepsiyên siyasî yên Kurd, bikin.

Herwisa di wê çalakiyê de, kuştina kolberan ji aliyê hêzên cinayetkare rejîma Îslamî ya Îranê ve, şermezar kirin.