Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştewaniya rejîma Îranê ji girûpên milîs binpêkirina biryarnameyên Navnetewî ne

12:42 - 13 Çirriya pêşîn 2020

Nûnerê Erebistan di Saziya Netewêyekbûyî de ragihand ku piştewaniya rejîma Îranê ji girûpên milîs ku sedema alozîxitinan di deverê dene, binpêkirina biryarnameyên Navnetewî ne.

Nûnerê Erebistanê di 75emîn kombûna Saziya Netewên yekbûyî de, “Ebdullah El-Moellimî”, bi tekezî, ragihand ku piştewaniya rejîma Îranê ji girûpên milîs di deverê de, binpêkirina biryarnameyên navnetewî ne û daye zanîn ku cihê mixabiniyê ye ku Rojhilata Nawin di hember hewlên cîhanî û deverî bona avakirina deverek, bê hebûna çekên navikî, berxwe bide, bi taybet ku hevhizriya cîhanî û daxwaza deverî jî bona avakirina deverekî wiha heye.

Rejîma Îranê bi piştewanî û teyar kirina girûpên terorîstî di devera Rojhilata nawî de, berdewam di cehda bikar anîna wan girûpane de bûye ji bona alozî çêkirin û nehêmin kirina deverê.

Levraye ku wî nûnerê Erebistanê îşare bi girîngiya hebûna lihevhatina Navnetwî kir ku garantî kiriye rejîma Îranê nekare çeka navîkî bi dest xwe ve bîne û herwisa tekezî kir ku dibe riftarên rejîma Îranê derheq alozîxistin di dever û cîhanê de û herwisa piştewaniya rejîma Îranê ji terorîsmê, berçav bigre.

Piştewaniya rejîma Îranê ji terorîsmê û herwisa rêkxistina aloziyan di cîhanê de bona afirandina fitneyan û belavkirin çanda tundûtîjî di cîhanê de, ji hemû aliyên cîhanê ve hatiye şermezarkirin.