Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 14 rojan, nihajî qedera wan 3 kolberên Mirgewer xûya nîne

11:14 - 26 Kanûna Paşîn 2022

Serê 14 rojane ku zêdebarî sir û seqem û bagera li ser çiya yên ser sinûr, xelkê herêma Mirgever berdewamin li bidû geryana wan 3 kolberên xelkê gundê Bava ya Mirgewer.

Roja 25ê Kanûna Paşîn a 2022an, dengoyek belav bibû ku egera hindê heye ew 3 kolber saxin û ji aliyê hêzên sinûr parêze Turkiyê ve hatine destbiser kirin, lê piştî bi dû kevtina malbat û kes û karên wan bi dû wê meselê, mixabin tu zaniyariyek dest wan nekevt, tu Turkiyê red kir ku ji aliyê Eskeran ve hatibne girtin.

Malbatên wan 3 kolberên bêserşûne Mirgewer, tewî sipas bo zehmet û mandî bûna xelkê Mirgewer ku ev 14 roje bê rawestan, bi dû wan 3 kesên winda bûyî digerin, ji xelkê xwastin ku bi berçav girtina dijvariya rewşa hewa û ba û bagera li ser çiya, bo ewê ku rastî bûyerên nexwastî nebin , û ji winda bûnê û kevtina bin reniyê û sirê birinê parastî bin, neçne cihên gelek asê.

Xelkê fidakar û xemxore mirgewer di demekê de wiha bê rawestan ev serê 2 Hefteyanê ku bi destê betal û bê îmkanat bi dû wan 3 kolberan de digerin, heya niha rejîma îranê û organ û îdarên peywendîdar ne tenê tu pêngavek nehavêtine, belkî astengiyan jî li ser rêya xelkê çêdikin.

Hinek berpirsên rejîmê û ji wan hêzên Sipaha terorîst, diçne devrûberê gundan , yan li ser rêka Mirgewer Urmiyê bi armanca xapandina xelkê û pirûpagende û mehta xwe, wêneyên yadigarî digrin.  

Xelkê dilsoze Mirgewer û malbatên dil birîndare wan kolberan baş dizanin ku ewa xema lawên wan de rejîm nine, belkî xelkê zehmetkêşe Mirgewere ku ev 15 roje şev û roj bi dû çarenivîsa wan 3 kolberan digerin, herwisa xelk dizan ku heçî roj reşî û malvêranî û belengaziye ku xelk êxistiye rojekî wiha de, sebebkarê sereke rejîma Îranê ye.