Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 20 salan devera aborî li Selmasê hêj nehatiye avakirin

11:08 - 5 Adar 2022

Devera aborî ku biryar bû 20 salan berî nina bo çareserkirina pirsgirêka bêkarî û çareserkirina hejariya xelkê li bajarê Selmasê li devera sînorî ya “Kozereş”ê bê avedan kirin, hêj nehatiye avedankirin.

20 salan berî niha, rejîma îslamiya Îranê avakirina devera aborî li devera sînorî ya “Kozereş”ê girêdayê bajarê Selmasê pesend kiribû, piştî 8 salan bi derengxistinê di Şêwrana Nigehban de hate pesendkirin, lê piştî derbasbûna 2 dehikan hêj ew devera aborî nehatiye avedankirin.

Berpirsên rejîmê ku îdia dikirin dê bo zêdetir ji 6 hezar kesan kar biafirînin û derçûyên zankoyan li wî bajarî ku zêdetir kolberî û karên kasibî li ser şeqaman dikin di wê devera aborî de bikin bi xwediyê kar.

Herwisa rejîmê îdia dikir ku biryar daye xwediyên sermayeyan ji welatê Tirkiyê bo danîna sermaye û afirandina kar bo wê deverê bîne, lê gişt soz û gotinên berpirsên rejîmê ji destpêkê ve heta niha bi çewt derketine.

Piştî 20 salan bi tenê jêrsaxtên wê projeyê wekî cihê danîna boriyên avê û gazê û herwisa xîmê kêşana diwar hatine amadekirin ku her ew jî bi seqetî encam dane.