Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî çend mehan termê Artîn Îrannijad peyda kirin

13:55 - 8 Hezîran 2021

Termê biçûktirîn endamê malbata “Îrannijad”, “Artîn Îrannijad” ku çend mehan berî niha li kanala “Manş” de xendiqî bû, bi alîkariya yek ji xizmên wê malbatê û bi rêya ceribandina “DNA” yê li welatê Norwêjê de hate peydakirin.

Malbata 5 kesî ya “Îrannijad” xelkê bajarê “Serdeşt”ê li 6ê meha Xezelwera sala 1399a Rojî di rêya çûn bo Birîtaniyayê de, li nav ava kanala “Manş” de xendiqîn lê, hewlên peydakirina termê “Artîn” ku 15 meh temenê wî bû, bê encam mabûn.

Hevdem digel wê malbatê, 2 kesên din ên xelkê bajarê “Serdeştê” yên bi navên “Yûsif Xizrî û Şoreş Sûrî” di vê trajêdiyê de hêj bêserûşûn in.

Hevsefereke wê malbatê gotiye: “Bavê Artîn, Resûl Îrannijad dema ku dibîne 3 zarokên wî û hevjîna wî li nav avê de xendiqine, bê hêvî dimîne û xwe dide ber menca avê û dawî bi jiyana xwe tîne”.

Bi sedema nebûna kar û pîşe û xizmetkariyan, xortên Rojhilatê Kurdistanê wekî mînak xelkê bajarê Serdeştê ref bi ref ber bi welatên biyanî ve diçin.